KCK’Ê li dijî pkk û tevgera azadiyê ya kurd, komployên nû tên kirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de daxuyaniyek da.. KCK’ê û diyar kir ku komploya li dijî tevgera azadiyê bi şêwazên cûda dewam dike . KCK’ê got: Hêrsa gelê me wê her şêweyên komployê vala derxîne û têk bibe. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

21 sal li ser komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê re derbasbû.

Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Ocalan û tevgera me ya azadiyê, 9’ê Cotmeha 1998’an komployeke ku gelek aktor di nav de bû li dijî Rêber Ocalan pêk hat.

KCK’ê diyar kir ku Rêber Ocalan gelê Kurd kir xwedî îrade û sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelan ava kir.

Ev komplo bi komploya 15’ê Sibata 1999’an, bi dîlgirtina Rêber Ocalan re encam bû.

KCK’ê ragihand ku hêzên komploger heta niha encama ku dixwestin nekarîn bi dest bixin niha jî li dijî PKK’ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd komployên nû tên amadekirin.

Hêzên ku pirsgirêkên herêmê çareser nakin, berevajî pirsgirêkan girantir dikin, di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwazin daxwaz û hesreta azadiyê ya gelan têk bibin.

KCK’ê diyar kir ku dijminatiya Kurdan û êrîşa li dijî her tiştên bi navê Kurdîtiyê ku di dema komploya navdewletî de hate kirin niha jî bi rengekî bênavber didome.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Bi ruhê şehîdên berxwedana ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her deverê berxwedaneke bi rengê fedayî heye.

Ev rihê fedaî wê îro jî nehêlin hêzên dagirker bigihîjin armancên xwe.

PARTIYA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ:
DI SERÎ DE JIN, WÊ HEMÛ KURD HESABÊN KOMPLOGERAN TÊK BIBIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da.

PAJK’ê diyar kir ku Rêber Ocalan bi xirakirina hemû lîstikên hegemonyaya navendî nîşan da ku Rasteqîniya Rêbertî çendî xurt, karîger û diyarker e.

PAJK’ê bi bîr xist ku Kurd bi navê mirovahiyê li ber xwe didin û bi biryar in ku vê berxwedanê bi ser bixînin.

Koordînasyona PAJK’ê dawiyê teqez kir ku çawa gel komploya 9’ê Cotmehê têk bir wê êrîşên li dijî Rojava jî bi heman berxwedanê têk bibin.

Leave a Reply

Back to top button