Piştgiriya bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” re

Piştgiriya êl û eşîran a bi QSD’ê û operesyona ku daye destpêkirin re dewam dike.
Rûspiyên êla Tay û eşîra Tewadifa piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihandin û bang kirin ku operesyona xwe heya paqijkirina herêmê ji tevahî şane û kesên xerab, bidomînin.

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku QSD’ê di 27’ê Tebaxê de dabû destpêkirin bi xurtî didome.

Piştgiriya gelên herêmê ya bi QSD’ê re jî dewam dike.

Pêkhateyên herêmê ji QSD’ê dixwazin heta paqijkirina herêmê ji çete û bazirganên hişbirê operasyonê dewam bike.

Di vê çarçoveyê de rûspiyên eşîrên Ereb piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan û destnîşan kirin ku ew ê li hember fitne û planên têkbirina ewlehiya herêmê, bisekinin.

Hesen Ebdurehman: Em ê yekîtiya xwe biparêzin û rê nedin tu êrişan

Rûspiyê êla Tay, Hesen Ferhan Ebdurehman derbarê mijarê de axivî û got:

“Gelek alî hene li ser navên eşîran propagandayeke ku QSD’ê şerê eşîran dike, belav dikin.

Armanca wan peydakirina fitneyeke mezin e û em tu carî wan qebûl nakin.

Ewlehî û aramiya herêmê bi saya yekîtiya Kurd, Ereb û Suryanan e.

Em li gor projeya biratiya gelan tevdigerin û em ê vê yekîtiya xwe jî biparêzin û rê nedin tu êrişan.”

Newaf El Taî: Em hemû li pişta QSD’ê ne

Rûspiyekî din yê êla Tay, Newaf Ferhan El Taî jî da zanîn ku tiştên îro hin kom li Dêra Zorê dikin bi
armanca derxistina fitneyêye û têkbirina aramiya li herêmê ye.

El Taî got:

“Em hemû li pişta QSD’ê ne û em ê hemû jî bi hevre bi yek ruhî li hember dijminên xwe bisekinin.”

Eşîra Tewadifa li Reqa piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihand

Eşîra Tewadifa ya li Reqayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rûspî Îbrahîm El Arûnî ve hate dayîn de wiha hate gotin:

“Me timî bang li QSD’ê dikir ku li dijî kesên xerab, şaneyên DAIŞ’ê û belavkarên hişbirê têbikoşin.

Operesyona ku niha QSD’ê daye destpêkirin di cihê xwe de ye û em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin.”

Back to top button