Mazlûm Ebdî: Bi hevkariya gelê Dêra zor wê QSD operasyonên ewlekariyê bidomîne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, bi hevkariya gelê me yê Dêra Zorê re, hêzên me wê pêvajoya ewlekariya welatiyan bidomînin.

Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê operasyonê de daxuyanî da û wiha got:

Bi hevkarî û hevgirtina gelê me yê Dêra Zorê, hêzên me di çarçoveya operasyona “Xurtkirina Ewlekariyê” de, wê pêvajoya aramî û ewlekariya welatiyan bidomînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo têkbirina îradeya gelê me û derxisitina kirîzê hê jî êrîşên xwe yên li ser Til Temir û Minbicê didomînin.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku dê hêzên QSD bi operasyona ‘”xurtkirina ewlehiyê” aramiya herêmê û dabînkirina ewlehiyê ji welatiyan re didomînin û got:

Bi saya QSD, civaka herêmê û hevkariya eşîran Ewlekarî ji nû ve tê bidestxistin, aştiya sivîl tê parastin û rewş aram dibe.

“Em ê dijî hewldanên xirabkirina mozayîka civakî şer bikin”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê jî piştigriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û got:

“Em ê li dijî çi kesên ku hewl didin mozayîka civakî ya herêmê xirab bikin, şer bikin.

Bajarokê Şihêl bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin

Back to top button