Fransa dudiliya Emerîka rexne kir

Fransa jî helwesta Emerîka rexne kir û diyar kir ku ewê li gel QSD’ê hevkariya xwe bidomînin.

Serokwezîrê Fransazyê Edward Philip dudiliya Amerîkayê ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rexne kir û got, şerê li dijî DAIŞ`ê dewam e.

Li gorî Reutresê, di bersîvandana rexneyên hindek perlamenterên muxalif de ji hikumeta Fransayê re ku bi awayekî eşkere Hêzên Sûriyê Demokratîk li hember êrîşa Tirkyê ya ku dibe pêk were naparêze.

Edward Philip li pêşberî perlamanê got,

Parîs berovajî Washingtonê siyseta xwe nehejand.

Edward Philip ji perlamenteran re got:

“Şerê li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye û bi Hêzên Sûriye Demokratîk re dewam e.”

Edward Philip wiha domand:

“Axaftina bi qayim ji bersîva dudilî ya ku hinek şirîkên me bi taybet dostên Amerîkî nîşan dane baştir e.”

Leave a Reply

Back to top button