Pentagon: me leşkerên xwe ji herêma “operasyonê” vekişandiye, ne ji sûrî

Wezreta Parastinê ya Emerîka Pentagon ragihand ku, wan leşkerên xwe ji herêma ku dibe operayon lê çêbibe vekişandiye.

Pentagonê eşkere kir ku, wan hejmara leşkerên xwe li Sûriyê neguherandiye û li ser fikira avakirina mekanîzmeya Ewlekariyê ne.

Pentagonê têkildarî hewldanên êrîşê yên Dewleta Tirk jî got, “Mixabin Tirkiye yekalî tevgeriyaye” û Trump agahiya vekişandina leşkeran daye wezaretê.

Berpirsine Pentagonê berî niha ragihandin ku, ew l dijî biryara Trump in û pêkanîna êrîşê şaştiyeke mezin e..

Dîsa pabendiya xwe ji bo piştgiriya QSD’ê dubare kir.

Di heman wextê de, destnîşan kir ku, ew nahêlin rewşa Efrînê li herêmê dubare bibe.

LINDSEY GRAHAM: ÇIRA KESK JI BO ÊRÎŞÊ NEHATIYE DAYÎN

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî biryara Trump jî, Senetorê Komarger Lindsey Graham ragihand ku, çira kesek ji bo Tirkiyê nehatiye dayîn..

Heman senetorî, teqez kiribû ku, eger Tirkiyê êrîşî Kurdan bike, wê endamtiya wê di NATO’yê de were cemidandin..

Leave a Reply

Back to top button