ÎLHAM EHMED: MAYÎNA TIRKIYÊ LI IDLIBÊ PARÇEKIRINA BEŞEK JI XAKA SÛRIYÊ YE

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed têkildarî geşedanên dawî li Sûriyê axivî û got;

Ger rêjîma Sûriyê di heman destûr û heman hişmendiyê de dewam be dê civaka Sûriyê bi karesatekê re rû bi rû bimîne.

Hebûna dewleta Tirk li Idlibê tê wateya parçekirina beşeke ji xaka Sûriyê ye.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokaratîk (MSD) Îlham Ehemd, têkildarî rewşa Idlibê û hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ajansa Hawarê re axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku dosya Idlibê girînge, hesas e û destnîşan kir ku gelek dewlet hêviyên xwe li ser vî bajarî ava dikin û got;

Mayîna dewleta Tirk û çeteyên wê li Idlibê tê wateya parçekirina beşek ji xaka Sûriyê.

Divê yekîtiya xaka Sûriyê were parastin, bêyî ku Tirkiye û komên wê li Sûriyê bimînin, di heman demê de divê sîstemeke demokratîk li Sûriyê were avakirin.”

Îlham Ehmed di nava axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya rêjîma Sûriyê ya kevn û wiha anî ziman:

”Rêjîma Sûriyê hêvî dike ku serweriya xwe li ser Idlibê û tevahî Sûriyê vegerîne.

Divê Idlib jî wek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Avakirina meclisekê ji şêniyên resen ên Idlibê re mijareke girîng e.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefxwarinên Rûsya û rêjîma Sûriyê yên li dijî herêmên rojhilatê Firatê û ev tişt anî ziman:

“Gefên rêjîma Sûriyê û Rûsya ku dibêjin ew ê piştî Idlibê berê xwe bidin rojhilatê Firatê, xizmeta diyalogên Sûrî-Sûrî nake.

Ev yek dê aramiya tevahî Sûriyê ber bi talûkeyê ve bibe.

Leave a Reply

Back to top button