Derbarê gefên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî hikumeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyê da

Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê jî şevê din bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku eger Tirkiye gavek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biavêje, wê bibe sedema vegera ceteyên DAIŞ’ê li herêmê.

 

Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:

Divê Tirkiye ti gaveke bi vî rengî ne-avêje ku bandoreke neyînî li serkeftinên hatiye bidestxistin bike.

Ev wê metirsiyê çêbike ku çekdarên terorîst yên hatine girtin, ji bin kontrolê derbikevin.

Hikûmeta Herêmê da zanîn ku eger Tirkiye bikeve nava hewldaneke ketina nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev ê ne tenê bandoreke neyînî li nava Sûrî bike, wê bandorê li derveyî Sûriyê jî bike.

Hikumetê dest nîşan kir ku ev pirsgirêk bi rêya siyasî divê werin çareserkirin.

Pêwîst e mafê hemû welatiyên Sûrî û di navendê de jî mafê gelê Kurd , were parastin. ”

Hikumetê di dawiyua daxiyaniya xwe de got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAIŞ’ê de berdêlên pir mezin daye û niha jî mêhvandariyê li milyonek û sed hezar koçberan dike.

Erka Civaka Navnetewî ye ku pêşî li pêleke din a koçberiyê bigire.”

Leave a Reply

Back to top button