Nezîra Gewriyê: Her êrîşeke Tirkiyê dê komkujiya Sêfo dubare bike

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku her êrîşeke muhtemel a ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî wê Komkujiya Sêfo ya li ser xiristiyanan dubare bibe.

Nezîra Gewriyê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi hemû bendên makanîzmeya ewlekariya sînor pabend in, da ku xeteriya şerekî muhtemel rake.

Nezîra Gewriyê da xuya kirin ku her êrîşek dewleta Tirk wê metirsiyên mezin li ser gelên herêmê çêke, nemaze li ser gelê Suryan, Ermen û Asur.

Ev gef komkujiyên der heqê gelê me yê Suryan, Ermen û Asurî yên berî 100 salan pêk anîne, tîne bîra me.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan dawiyê diyar kir ku eger Tirkiye êrîş bike wê Suryan bi komkujiyên nû re rû bi rû bimînin. Ji ber Erdogan zîhniyeta xwe ji ya sultanên Osmanî wergirtiye.

Leave a Reply

Back to top button