Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî seferberiya giştî ragihand. Rêveberiya Xweser bang li gel kir ku berê xwe bidin herêmên ser sînor. Her weha banga li Kurdistaniyên li Kurdistan û derveyê wê jî kir ku hemû qadan veguherînin cihê çalakiyan. Rêveberiya Xweser berpirsyariya karesateke mirovî ku der heqê gelê herêmê de pêk bê, spart civaka navnetewî.
RÊVEBERIYA XWESER: LI HERÊMÊ NÊZÎ 5 MILYON MIROV Û BI DEH HEZARAN ÇETE Û MALBATÊN WAN HENE
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku li herêmê nêzî 5 milyon mirov û bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên girtî hene.
RÊVEBERIYA XWESER JI BO 3 ROJAN SEFERBERIYA GIŞTÎ RADIGHÎNE
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îşaret bi gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê jî kir û got:
Bi bilindbûna asta gef û amadekariyên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên kirêkirî re, em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî seferberiya giştî ya 3 rojan radighînin.
RÊVEBERIYA XWESER: BILA HEMÛ GELÊ ME BERÊ XWE BIDIN HERÊMÊN LI SER SÎNOR
Her wiha ji tevahî rêveberî, sazî û gel bi hemû pêkhateyên wê dixwazin ku berê xwe bidin herêmên li ser sînorê.
Da ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û berxwedana xwe di van kêliyên hesas ên dîrokî de raber bikin.
Her wiha bang li tevahî ciwan û gel yên li Kurdistan û tevahî cîhanê dikin ku bi erka xwe li beramber xak û gelê xwe rabin, xwepêşandan û çalakiyan li tevahî deverên lê ne, pêk bînin.
RÊVEBERIYA XWESER: CIVAKA NAVNETEWÎ BERPIRSA KARESETEKE MIROVÎ LI HERÊMÊ YE
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniya xwe bi vê hişyariyê bi dawî kir:
” Berpirsyarê van rûdanan hildigirin ser NeteweyênYekbûyî bi tevahî saziyên wê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya, tevahî dewlet û saziyên ku xwedî biryar û bandorê li Sûriyê dikin.
Divê ev sazî û dewlet bi erkên xwe yên exlaqî û wijdanî rabin ku tu karaseteke mirovî ku zirarê bide gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk neyê.