Lavrov: Em banga giftûgoyan li hikumeta Sûrî û Rêveberiya Xweser dikin

Ji bo rewşa bakur û rojhilatê Sûrî, Moscow banga giftûgoyan li rejîma Sûrî û Rêveberiya Xweser dike.
Misir, Qibris û Yonan jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Moscow banga danûstandinan li hikumeta Sûrî û Kurdan dike.

Di konfranseke çapemeniyê de, Lavrov got:

Helwesta me, ew e ku divê pirsgirêka bakur û rojhilatê Sûrî di rêya gifûtgoyên navbera Şam û Kurdan re çareser bibe.

Piştî civîna sêalî ya welatên Misir, Qibris û Yonanê der barê kirinên dewleta Tirk li ava Qibrisê..hersê welatan êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî şermezar kirin û metirsiya xwe ji vê yekê anîn zimên.

Hersiyan teqez kir ku divê xaka Sûrî neyê parçekirin û ti guhertineke demografîk ji hêla Tirkiyê pêk neyê.

Leave a Reply

Back to top button