Rûhanî: Teror li Idlibê ye, ne ku li Rojhilatê Firatê

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji dewleta Tirk re bi bîr xist ku pirsgirêka bingehîn a li Sûriyê Idlib e ku tevahî rêxistinên terorê tê de kom bûne û ne ku li rojhilatê Firatê ye.

Axaftina Rûhanî di beşdariya civîna hikumetê de ya roja çarşemê (îro) de hat û ajansa IRNA ya Îranê veguhast.

Rûhanî wiha got: “Pirsgirêka bingehîn a Sûriyê ya îro ne rojhilatê Firatê ye, lê belê Idlib e û li wir tevahî rêxistinên terorê kom bûne. Ji dewletên dîtir, bi taybet ji hikumeta Tirkiyê hêvî dikin ku alîkar bin û balê zêdetir bikişînin ser vê pirsgirêkê da ku ne rû bi rûyî pirsgirêkeke nû li herêmê bin.”

Rûhanî bang li dewleta Tirk kir ku ji nû ve li biryara êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegere.

Leave a Reply

Back to top button