ERDOGAN CIVÎNA ÇAR-ALÎ LI GORÎ XWE BI RÊ VE BIR

Civîna çar-alî ya navbera dewleta Tirk, Rûsya, Fransa û Almanya ya ku li Stenbolê pêkhatibû bi dawî bû.

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker ya ku xaka Sûrî dagirkiriye disan qala yekparçebûna xaka Sûrî kir.

Her wiha di serokomarê dewleta tirk da girker bi awayekî eşkere gefa dagirkirina xaka bakur û rojhilatê Sûrî xawr.

Civîna çar-alî ya navbera dewleta Tirk, Rûsya, Fransa û Almanya ya ku derbarê aloziya Sûrî li Stenbolê li dar ket, bi dawî bû.

Civîn bi beşdariya serokê dewleta Tirk Recep Teyyip Erdogan, serokê Rûsyayê Valdimir Putin, serokê Fransayê Emmauel Macron û Şêwirmenda Almanî Angela Merkel li dar ket.

Hemû aliyên beşdar piştgiriya xwe dan serwerî û yekbûna xaka Sûriyê û ji bo pêkanîna aramî û aşîtiyê amadebûnên xwe nîşan dan.

Erdogan civîn li gorî xwe zivirand û gef li deskeftiyên gelê bakur û rojhilatê Sûriyê xwar.

Di civînê de, Erdogan mijara yekbûna xaka Sûriyê anî ziman da ku qaşo ewlehiya xwe ya netewî misoger bike û Kurdan weke tehdîd nîşan bide.

Her wiha ger mirov li xalên peyama hevbeş meyze bike, wê fam bike ku tenê tiştek di serê Erdogan de heye, ew jî deskeftiyên gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Xalên sereke yên ku li dawiya civînê hatin eşkerekirin ev in:

  • Piştgiriya serwerî û yekbûna xaka Sûriyê û redkirina pilansaziyên perçekirinê yên yekbûna xaka Sûriyê û ewlehiya netewî ya dewletên cîran tehdîd dike.
  • Piştgiriya çareseriya siyasî ya aloziyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254.
  • Pêkanîna agirbesteke giştî û demdirêj li tevahî herêmê.
  • Avakirina komîteyekê ji bo danîna destûreke Sûrî ya nû beriya dawiya 2018’an.
  • Piştgiriya hevpeymana Rûsî – Tirkî ya ku di 17 Îlona borî de li ser Idlibê hatibû mohrkirin.
  • Nepejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ji kîjan alî ve dibe bila bibe.
  • Girîngiya vegerandina penaberan û misogerkirina parastina wan li hember binpêkirinên siyasî.

Leave a Reply

Back to top button