Aldar Xelîl banga tevlêbûna çalakiyên 12`ê Cotmehê kir: Dîrok û exlaq bangî we dikin

Aldar Xelîl bang li kurdistanî û hemû gelên demokratîk ên tevahiya cîhanê kir ku tev li çalakiyên ku dê 12`ê Cotmehê bên lidarxistin, bibin û got “Dîrok û exlaq bangî we dikin.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo piştgiriya Rojava bang kir.

Banga Aldar Xelîl wiha ye:

“Biryara gelê me ya parastina cîhan û mirovahiyê ye. Heman ev gelê parêzvan û fedakar îro rastî gefên qirkirin û komkujiyan tê. Tevahî cîhan li hember biryareke  exlaqî û wijdanî dimîne, ji ber ku mirovahî,  demokrasî, aramî, jiyana hevbeş û nirxên hemû civakan di kesayeta gelê me de bi hemû  pêkhateyên wê yên pirreng ên Bakur û Rojhilatê Sûrî armanc tên girtin.

Tevlêbûna çalakiyên roja şemiyê (12-10-2019) li tevahî cîhanê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê re, ev tevlêbûn helwesteke ji bo aştiya Sûriyê û tevahî herêmê û cîhanê ye û biryareke ji bo rê li pêşiya Tirkiyê were girtin da ku komkujiyên  xwe der barê gelên herêmê de careke din dubare  neke.

Di heman demê de ev çalakî dibe nîşaneyeke eşkere ji bo hişyarbûna wijdan, exlaq  û demokrasiyê.  Hemû gelên me, dost û hogir, aştîxwaz, dijberên faşîzm û qirkirinê, dîrok û exlaq bangî we dikin.”

Leave a Reply

Back to top button