Bi însiyatîfa DYE, Konseya Ewlekariya Navdewletî rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî gotûbêj dike.
Biryara ku bê gotûbêjkirin wê têkildarî çareseriyeke siyasî be, ango wê bihêle ku dewleta Tirk êrîşên xwe rawestîne û berê xwe bide çareseriyeke siyasî.
Duh û bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk Konseya Ewlekariya Navdewletî civîneke girtî û awarte li dar xist.
Lê civîn bê encam bi dawî bû û biryara şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk li dijî bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê Rûsya û Emerîkayiê ve hat astengkirin, anku vîtokirin.