Şiêtî: Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ber bi dawî ve diçe

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Îbrahîm El Asî destnîşan kir ku operasyona “Xurtkirina ewlehiyê” ber bi dawîbûnê ve diçe û spasiya serokeşîr û rûspiyên herêmê kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Îbrahîm El Asî (Ebû El Haris El Şiêtî) li bajarokê Zîban ê Dêrazorê daxuyaniyek da.

El Şiêtî got:

“Piştî bangên serokeşîr, rûspî û şêniyên herêmê yên pêkanîna aramiyê li herêmê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD’ê bangên wan bersivand û operasyona ‘Xurtkirina ewlehiyê’ li herêmê dest pê kir.

Îro di roja 12’emîn a operasyonê de, operasyon ber bi dawîbûnê ve diçe.

Hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hin tedbîrên ewlekariyê ji bo rêgirtina li ber derbasbûna çeteyan girtin û aramiya herêmê pêk anîn da ku saziyên sivîl dest bi xebatên xwe bikin.

El Şiêtî spasiya şêniyên Dêrazorê bi giştî û bi tayîbet şêniyên bajarokên Bisêra, Şihêl û Zîban kir ku bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re bûn alîkar û aramiya herêmê pêk anîn.

Her wiha spasiya rûspî û serokeşîrên herêmê jî kir ku berjewendiya niştîman di ser berjewendiyên kesayetî re girt û destek da hêzên xwe.

Back to top button