RÊVEBERIYA XWESER WÊ DEST BI VALAKIRINA KAMPA MEBRÛKA BIKE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kir ku rêveberî wê dest bi valakirina kampa Mebrûka ya li Rojavayî Serêkaniyê bike.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:

Penaberên li kampa Mebrûka ku 12 km li başûrê sînorê Sûriye-Tirkiyê dikeve, ji xetereya dijminahiya Tirkiyê bê par nema û top avêtinê.

Di encamê de jiyana 7 hezar koçberên li kampê dimînin, kete xetereyê.

Her wiha kampa Eyn Îsa ku 13 hezar û 785 koçber lê dimînin, ji wan 479 malbatên DAIŞ`iyan û penaberên Iraqî ne.

Rêveberiyê diyar kir ku li ser banga sivîlên di hundirê kampê de dimînin daxwazkirin ku kamp hat velakir û wê ev koçber li kampa Arîşa ya başûrê bajarê Hesekê were bicihkirin.

Têkildarî rewşa kampa Eyn Îsa jî Rêveberiyê diyar kir ku têkiliya wan bi aliyên peywendîdar re hene da ku çareyekê ji bo van koçberan were peyda kirin.

Leave a Reply

Back to top button