Fransa metirisya vegera DAIŞ’ê anî ziman û banga civînek awarte li Koalîsayona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir. Her wiha bang li YE kir ku cezayan li Tirkiyê bibire.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku divê koalîsyon bi lez civînekê li dar bixe, ji ber agahî heye DAIŞ sûdê ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.
Wezîrê Fransî got:
Divê îro tiştên ku divê pêk werin, werin gotin.
Çawa Tirkiyê dixwaze pêş bikeve û çawa em dikarin ewlehiya cihên ku çete tê de girtî ne, misoger bikin..
Fransa li ser asta navdewletî dilive da êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.
LE DRIAN: DIVÊ ÇETEYÊN DI DESTÊ QSD’Ê DE LI SÛRIYÊ WERIN DARIZANDIN
Her wekî Le Drian diyar kir ku divê DAIŞiyên girtî li Sûriyê bixwe werin darizandin û got:
Em ne di wê rewşê de ne ku aniha DAIŞ ji girtîgehên QSD’ê birevin .
PARÎS BANG LI “YE” KIR KU CEZAYAN LI TIRKIYÊ BIBIRE
Ji aliyê xwe ve, hikumeta Parîsê jî bang li YE kir ku cezayan li Tirkiyê bibire.
Wezîra Fransayê ya karûbarên YE îro ragihand ku lûtkeya Yekîtiyê wê hefteya bê ji bo ceza li Tirkiyê were birîn, bicive.
YE: MIJARA CEZABIRÎNA LI TIRKIYÊ HEFTEYA BÊ TÊ LIDARXISTIN
Wezîra Fransî diyar kir ku ev yek wê di meclisa Ewropî de were nîqaşkirin û got:
Em ê destgirtî nemînin li hemberî kuştina sivîlan û hêzên QSD’ê û aramiya herêmê.