Ş.HEVRÎN XELEF..RÛMETA CIVAKÊ!

Serkertêra Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji bo yekîtiya gelê sûriyê xebat dikir.
Hevrîn di encama kemînek e ku çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya Diwelî ya bajarê Qamişlo danîbûn şehîb bû.

Hevrîn Xelef li bajarê Dêrkê hatiye dinê û ji malbateke welatparêz e.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê Hevrîn beşarî nava kar û xebata şoreşê bû û ciwan bi rêxistin kir.

Paşê bi erka rêxistinkirina saziyên Civaka Sivîl rabû û ji wir jî bû Rêvebera Meclisa Aborî ya bajarê Qamişlo.

Piştre Hevrîn bû cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê.

Piştî demekê hevrîn bû hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê û roleke aktîf di desteyê de lîst.

Sala 2018’an hevrîn derbasî qada siyasî bû û hewl da bi şêniyan re Partiyeke ku hemû gelê Sûrî bîne gel hev ava bike.

Hevrîn Xelef ji ber ku bi çalakiyên xwe yên pêşxistin û garantiya mafan dihat naskirin, bû Sekretêra Giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê.

Hevrîn xwedî bîr û bawerî bû ku aloziya Sûriyê ya siyasî wê bi şer neyê çareser kirin.

11’ê Cotmehê Hevrîn li ser rêya diwelî ya bajarê Qamişlo ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate armanckirin û şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button