QDÊ’ê: Daxuyaniyên civaka navdewletî, êrîşên Tirkiyê ranawestînin

Piştî êrîşa dewleta Tirk li ser herêmê, berpirsê giştî yên têkiliyên QSD’ê Rêdûr Xelîl der barê rûdanên dawî de konfranseke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de Rêdûr Xelîl diyar kir ku îro ew li hemberî du eniyan rû bi rû ne, a yekê êrîşên Tirkiyê û ya duyemîn jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Xelîl teqez kir, daxuyaniyên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve têne dayîn, êrîşên dewleta Tirk li ser me ranewestinin, em ê di parastina xwe de dewam bikin.

QSD: HETA NIHA 45 ŞERVAN ŞEHÎD BÛNE Û ZÊDETIRÎ 200 QURBANÎ Û BIRÎNDAR HENE

Li gorî daxuyaniya QSDê:

Heta niha 45 şervanên me şehîd bûne û zêdetirî 200 qurbanî şehîd û birîndar hene.

Dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike.

Heta niha tu gavên piratîk ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve ji bo rawestandina êrîşê nehatiye avêtin.

QSD’ê: EGER REWŞ ALOZ BÛ.. HINGÊ PARASTINA GELÊ ME TIŞTÊ SEREKE YE

Berpirsê giştî yên têkiliyên QSD’ê Rêdûr Xelîl bi bîr xist ku bi hezaran endamên DAIŞ’ê di zindanên wan de hene û heta niha ew dikarin rewşê kontrol bikin.

Lê Xelîl teqez kir ku eger rewş were guhartin, wê erka sereke parastina gelê me be.

Leave a Reply

Back to top button