Şêniyên Qamişlo 4 şehîdên xwe oxir kirin

Luqman Ehmê di merasîma oxirkirina 4 şehîdan de nameyek ji rejîma Tirkiyê û çeteyên wî re şand û got gelê ku şehîdên xwe bi tilîliyan oxir bike.
Sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê 2 şervanan û 2 sivîlên ku di bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagiker ser bajarê Qamişlo de şehîd bûn, oxir kir.

Îro sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji Kurd, Ereb û Sûryan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Enteriyê li bajêr kom bûn da ku cenazeyê herçar şehîdan, 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ( Heysem Etûf ) û ( Mehmûd Ebas El-Elî ) ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn û cenazyê şêniyê bi navê ( Fadî Adil Ibrahîm ) ku di teqîna bajarê Qamişlo de şevê din li nêzî xwaringeha Umerî û welatiya bi navê ( Îman Mihemed Şerîf ) ku bi sukista artêşa Tirk a dagirker li ser hîzam rojhilatê bajarê Qamişlo şehîd bû, wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button