
Fermandiya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî û soz da bersiva şehadeta hevrê Hevrîn, mezinkirina berxwedanê, têkoşîn û bidestxistina serkeftinê be.
YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em bi sekn û biryardariya şehîdên xwe, bi hurmet û rêzdariyeke mezin hevrê Hevrîn Xelef bi bîr tînin.
Di 9’ê Cotmehê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi armanca tunekirina destkeftiyên şoreşa gelê me, dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Ev êrîş ne tenê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ye, li ser tevahî nirx û rûmeta mirovahiyê ye.
Dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd û jina Kurd de dijminahiya herî mezin li hemberî gelan dike.
Em dewletên destûr dane vê dagirkeriyê û hemû kesên li hemberî vê dagirkeriyê bê deng dimînin, di ber vê xwîna îro dirije de berpirsyar dibînin.
Hevrê û pêşenga me Hevrîn, îro li hemberî plangeriya qirkirinê bû şehîda berxwedana parastina welatê xwe.
Heval Hevrîn, bi planeke qirêj û xiyanetkar hate hedefgirtin.
Em wek YPJ’ê ji bo tola peşenga gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî heval Hevrîn rakin, çi ji destê me were em ê heya dawiyê bikin.
11’ê Cotmehê Hevrîn li ser rêya diwelî ya bajarê Qamişlo ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate armanckirin û şehîd bû.