Murad Karayilan: bila hêzên navdewletî qada hewayî ya Bakurê Sûrî ji dewleta Tirk re bigre

Fermandarê Bîryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan diyar kir ku, ger hêzên navdewletî di daxuyaniyên xwe de samîmî bin û nexwazin sivîl werin kuştin, bila qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji dewleta tirk re bigrin

Fermandarê Bîryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan têkildarî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de ji Radiyoya Dengê Welat re axivî.

Murad Karayilan destnîşan kir ku Berxwedana Cenga Bakûrê Sûrî wê bi ser bikeve û dagirkerîya dewleta Tirk têk biçe.

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya dinyayê bi destê El Nûsra, DAIŞ û bermahiyên El Qaîdeyê ve dixwaze Kurdan qir bike, paqijiya etnîkî pêk bîne.

Karayilan da zanîn ku ger ku bi rastî jî hêzên navdewletî li dijî vê dagirkeriyê ne wê demê bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigirin.

Dikarin vê bikin, ji ber ku di kontrola wan de ye.

Eger ev pêk were hingî hevsengiya şer biguhere hem jî wê dewleta Tirk nikaribe bi rengekî hovane êrîşî sivîlan bike.

Eger vê nekin wê demê ev hêz samîmî nînin, durû ne.

Herwiha Murat Karayilan şaşitiya li Efrînê bi bîrxist û got divê gelê me wek Efrînê gund û bajarên xwe bernedin.

Ev yek gelekî girîng e û stratejîke. Ji ber ku taktîka bingehîn a dijmin li ser valakirina heremê ji sivîlan e.

Divê herkes vê zanibe em ê heta dawî şerbikin û gelên xwe, axa xwe biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button