Êlên Ereb ên herêmê: Wê 50 hezar ciwanên me tevlî QSD’ê bibin

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêmê ragihandin ku ew tevlî seferberiya giştî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê dibin. 

Êlên ereb yên herêmê bi riya daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi yekrêzî li dû Hêzên Sûriye Demokratîk in.

Êlên herêmê diyar kirin ku ew ê li hember dagirkeriya osmanî ya berberî li ber xwe bidin û gotin ku ew amade ne derdora 50 hezar ciwan pêkêş bikin da ku tev li QSD’ê bibin.

Rûspiyên êlan bang li fermendariya giştî ya QSD’ê kirin ku her bostek ji xaka ku dewleta tirk dagirkirî ye ku ji Cerablusê heta Efrîn û Lîwa Skenderon rizgar bike.

Rûspiyan her wiha bang li civaka navdewletî û dewletên erebî kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin.

Leave a Reply

Back to top button