QSD: 87 ÇETE HATINE KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 12’ê Cotmehê li eniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê bi giştî 87 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li Serêkaniyê, ji seetên sibehê zû ve artêşa dagirker bi alikariya balefir û topan êrîşî Zorava û taxa Sina’a kir.

Di dibistana destpêka bajar de şer derket û bi bersivdayîna şervanên me ew êrîş hat şikandin.

Hewldana artêşa dagirker a ketina taxê rojavayê bajar û qutkirina rêya Til Temir hat şikandin.

Di encama şer de 78 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 29 birîndar bûn, 7 BMB û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin.

Di van pevçûnan de 22 şervanên me şehîd bûn û 34 şervan brîndar bûn.

Li Girê Spî jî 2 gund ji dagirkeriya çeteyan hate rizgarkirin.

Di heman demê de bê navber navenda bajêr tê topbarankirin.

11’ê Cotmehê d 6 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Li ser rêya navdewletî Hevrîn Xelef û hevalek wê şehîd bû.

Li her du aliyên bajarê Grê Spî di çalakiyek QSD”ê de 3 çete hatin kuştin, her wiha di encama çalakiyek sekvanî de jî leşkerek hatin kuştin.

Li aliyekî din di encama êrîşekê li ser Mebrûka de 3 endamên asayîşê şehîd bû, endamek brîndar bû û bi 3 endamên din ji pêwendiya me qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamek asayîşê şehîd bû.

Li Amûdê artêşa dagirker bajarê Dirbêsiyê topebaran kir. Şer di navbera şervanên me û çeteyan de çê bû û di encamê de 5 çeteyên dagirkerhatin kuştin û 3 birîndar bûn .

Li bajarê Qamişlo dii roja 4’an a berxwedanê de bajar hat topbarankirin, di encamê de li parka gel sîvîlek şehîd ket.

Li Dêrîkê di encama bersivdayîna şervanên QSD”ê de li Gundê Babîl çekek çeteyan hat rûxandin, her wiha sivîlek şehîd bû.

Li Kobanê jî di êrîşek li dijî baregehek dewleta tirk QSD’ê bi çalakiyekê baregeha li hember Qultepe rûxandin.

Li gundê Recm el-Hîlwa şervanek me brîndar bû.

Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çete hatin kuştin û 32 çete brîndar bûn

31 şervanên me şehîd bûn û 36 şervanên me jî brîndar bûn.

Herwiha 6 sîvîlên ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye şehîd ketin

Leave a Reply

Back to top button