Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 partî û tevgerên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hev kom bûn. Nûnerên partiyan xwestin ku komxebateke neteweyî pêk were, da ku êrîşên li dijî Kurdan, metirsiyên heyî bên nirxandin û helwesteke hevpar bê nîşandan.
Derbarê 14 partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûn yek û daxwaza Konferansek Neteweyî kirin, Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê daxuyaniyek da.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;
Em helwesta partiyên siyasî ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav dikin.
PKK’Ê: EGER KURD NEBIN YEK Û BI HEV RE TÊNEKOŞIN, WÊ DESTKEFTIYÊN XWE WENDA BIKIN
Eger Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin,wê nikaribin destketiyên xwe biparêzin û yê heyî jî wê wenda bikin.
Konferansa Neteweyî wê hêzên siyasî, partî û civaka demokratîk a rêxistinbûyî li hev kom bike.
Em vê kombûn û daxuyaniyan gelekî girîng dibînin û em ê piştevaniya wê bikin.
PKK’ê bal kişand li ser pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de û ev tişt anî ziman;
Eger pirsgirêkên navbera wan de ji holê neyên rakirin, wê rewşa parçebûyî bibe sedem ku Kurd berdêlên gelekî giran bide û sererastkirina vê jî wê gelekî zehmet be.
Berpirsyariya hemû hêzên siyasî ye ku metirsiyên li dijî gelê Kurd bibînin û kombûnek Neteweyî pêk were.
Em hêvî dikin ku banga 14 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hestên wan ên neteweyî wê bi rengekî erênî bersiva xwe bibînin.
Her wiha girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihadn ku Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye û berxwedana gelan li Bakur û Rojhilatê Sûrî silav kirin.