Kongra star: Erdogan beriya biçe, hemû rêbazên talan û tunekirinê pêk tîne

Kongra Star êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku Erdogan beriya çûyîna xwe hemû rêbazên talan û tunekirinê pêk tîne.MIX

Koordînasyona Kongra Star têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ji 9’ê Cotmehê ve êrîş û planên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî hemû xwînxwariya xwe didomin .

Ev gel, wê heya dawiyê ji bo ax û rûmeta xwe her tim di nava berxwedan û têkoşînê de bin.

Em wek Kongreya Star ev komkujiya hovane û dijmirovî ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye; bi tundî şermezar dikin û bi tu awayî napejirînin.

Ev komkujî polîtîkayên înkarkirina gelê Kurd û tunekirina pêşengiya şoreşa jinên Rojava îfade dike.

Em ê tu caran dev ji berxwedan û têkoşîna azadiya xwe bernedin û em ê bi hezaran jin û gelên bindest bigihînin zîhniyeta azadî û wekheviya jiyanê.

Her wiha, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin.

Leave a Reply

Back to top button