Li Lîbyayê keraseta lehiyê bûye sedema wêraniyeke mezin.
Heta niha li seranserî welêt 10 hezara kesan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha hezaran kes jî windane.
Lîbyayê banga alîkariya lezgîn a neteweyî û navdewletî kir.
Di karesata lehiyê ya li Lîbyayê de wêraniyeke mezin pêk hat.
Li bajarê Dernayê bi sedan cenaze li goristanan hatine veşartin.
Lîbya: Li dernayê bêtirî 5 hezar kes mirin
Wezareta Karên Navxweyî ya hikumetê ragihand heta niha bêtirî 5 hezar û 300 kesî jiyanan xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanê de belav dibin, ev jimar 6 hezar derbas kiriye.
Berdevkê Heyva Sor a Lîbyayê Tevfîk El Şukrî ragihand 3 taxên bajêr bi temamî wêran bûne û 20 hezar kes koçber bûne.
Servîsa Lezgîn û Rizgarkirinê ya Lîbyayê ragihandin, doh di nava rojê de 2 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya wan di gorên komî de hatine veşartin.
Li bajarê Derneyê ji ber barana dijwar du bendavên mezin hilweşîyan û bajar bi wêraniyeke mezin re rûbirû ma.
Li gorî agahiyan bêtirî 7 hezar kes birîndar bûne û 5 hezar kes jî winda ne.
Lîbya: Li seranserî welêt 10 hezar kes mirin
Saziyên hikûmetê ragihandin ku li seranserî welêt 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Lê ev amar ji aliyê rêxistinên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.
Lîbya: Pêywîstiya welêt bi alîkariya lezgîn heye
Berpirsekî rêveberiya bajarê Derne rewşa bajêr weke kerasetê nirxwand û got:
“Pêwîstiya bajêr bi alîkariyên neteweyî û navdewletî heye.”
Ev barana dijwar a ku li Lîbyayê barî barîna herî zêde ya di 40 salên dawî de bû.
Bajarê peravê Derne ku nifûsa wê nêzî 100 hezar kes e, 900 kîlometre li rojhilatê paytext Trablûsê ye.
Niha jî ev bajar bi temamî di nav felaketê de ye û li benda alîkariya lezgîne.
Heta niha gelek welatan alîkariya lezgîn pêşkêş kirine û tîmên rizgarkirinê şandin.
Wezîra Navxweyî ya Almanyayê Nancy Faeser ragihand ew ji bo Lîbyayê alîkariyên lezgîn dişînin.



