wezareta parastina rûsyayê, hişyariya reva daişiyên girtî da

Wezareta Parastina Rûsyayê ji ber êrîşên deweta Tirk ên li ser herêmê, hişyariya reva çeteyên DAIŞ’ê yên girtî da. 

Serokê Navenda Lihevanînê li Sûriyê Elêksî Bakîn diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û alîgirên wê girtî ne.

Bakîn destnîşan kir ku ev çeteyên DAIŞ’ê yên girtî ji bêhtirî 36 welatî ne û êdî li dijî ewlehiya herêmê bûne ”gefeke xeternak”.

Xeteriya van çeteyan jî ew ku dibe ev çete êrîşên dewleta Tirk derfet bibînin û birevin.

Serokê Navenda Lihevanînê li Sûriyê Elêksî Bakîn tekez kir ku eger ev çete ji girtîgehan birevin, wê demê wê karîsetek li herêmê rû bide.

Leave a Reply

Back to top button