Lindsey Graham: ev ceza dê ji yên li Îranê hatine birîn, girantir bin

Emerîka dibêje ku ew ê cezayên hîn jê Îranê girantir li dewleta Tirk bibirin.

TRUMP: EM Ê CEZAYÊN GIRAN LI TIRKIYÊ BIBIRIN

Serokê Emerîkayê Trump teqez kir ku ew ê cezayên mezin li Tirkiyê bibirin, ji ber êrîşên wê li ser bakur û rojhilatê Sûrî.

Ji aliyê xwe ve jî, senatorê Emerîjî Lindsey Graham ragihand ku dê bi rêya mekanîzmaya cezabirînê, êrîşên li ser Sûriyê werin rawestandin.

LINDSEY GRAHAM: EV CEZA DÊ JI YÊN LI ÎRANÊ HATINE BIRÎN, GIRANTIR BIN

Her wiha Graham diyar kir ku eger kirinên dewleta Tirk li Sûriyê neyên çavdêrkirin, dê bandorê li aramiya Rojhilata Navîn jî bike.

Lindsey Graham got:

Dem dema cezakirina dewleta Tirk e ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne.

Ev ceza jî dê ji yên li Îranê hatine birîn, girantir bin.

Senatorê Emerîkî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk dê heya astekê destekê bidin zindîkirina DAIŞ’ê û rola dewletên herêmî yên li dijî Washingtonê xurttir bike.

Leave a Reply

Back to top button