KJK: hêlîna DAIŞ’ê hikumeta AKP’ê ye

by ehmad aseed
73 views
Koordînasyona KJK’ê der barê êrîş û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand:
KJK’ê got;
Hêlîna DAIŞ’ê Hikumeta AKP’ê ye.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Êrîşên dewelta tirk li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ye.

Êdî dewleta tirk bi kirinên xwe yên hov li qada navnetewî tecrîd bûye.

KJK’ê diyar kir ku armanca dewleta tirk ji van êrîşna vejandina DAIŞ’ê ye.

Kordînasyonê helwesta Emerîka weke helwestek bêexlaq û bêwijdan pênasekirin û wiha bi dawî kir:

Berxwedana gelê me û bi taybetî ya jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi felsefeya berxwedanê seknek bi rûmet nîşan dide.

Li ser vê bingehê em berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê, berxwedana jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş silav dikin.