YPJ: Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 3 şervanên me şehîd bûn

Fermandariya giştî a YPJ’ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a doh ya li Minbicê de yek jê endama fermandariya meslîsa leşkerî 3 şervanên wan şehîd bûne.
YJP’ê diyar kir di salvegera êrîşên li ser Kobanî de cardin armanc girtina jinên şoreşger ne rasthatineke.

Têkildarî êrişa doh a li Minbicê Navenda Fermandariya giştî a Yekiniyên Parastina Jin YPJ’ê daxuniyek da.

Li Minbicê doh balafirek keşfê ya dewleta Tirk a dagirker erebeyek hedef girtibû.

Fermandariya YPJ’ê ragihand ku erebeya bû armanca êrişa dagirkeriya Tirk, girêdayî hêzên wan e.

Di encama vê êrişê de YPJ’ê eşkere kir ku yek jê fermandar 3 şervan şehîd bûne û wiha got:

Endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar û hevrêyên me Nûcan Ocalan û Canda Cûdî tevlî karwanên nemiran bûn.

YPJ: Dewleta Tirk a qirker êrişî gel û pêşengên şoreşê dike

Li ser êrişên bêrawestan û namerdanê yên Tirk a dagirker YPJ’ê got:

Dewleta Tirk a qirker, her roj bi rêbazên xwe yên derveyî pîvanên şer êrîşî gelê me û pêşengên şoreşa Bakûr-Rojhilatê Sûrî dike.

Di tu demên dîrokê de qirkirineke bi vî rengî rêxistinkirî, li ser gelan nehatiye meşandin.

Îro jî navenda vê qirkirinê Sûriye ye.

Bi domdarî YPJ’ê ked û fedakariya şervanên Jin ên di têkbirina DAIŞ’ê de bi bîr xist û ev tişt anî ziman:

Îro ev jinên leheng bi fermana Erdoxanê ku dijminê îrade û hebûna jinane, tên armanc kirin.

Di salvegera êrîşên li ser Kobanî de cardin armanc girtina jinên şoreşger ne rasthatineke.

Ev dijminahiya dewleta Tirk a dagirker, hezim nekirina têk çûyîna DAIŞ’ê îfade dike.

YPJ: Hevreyên me bê tirs û bi ruhekî wefadar erkên xwe bi cih anîn

Di dewamê de Fermandariyê bal kişande ser jiyan û têkeşoriya her sê hevreyên şehîd bûne û wiha got:

Şoreşa azadiyê bi mîrateya şoreşgerên weke fermandar Şervîn her demê zîndîbûn û herikbariya xwe domand.

Hevrê û Fermandara wêrek Şervîn weke jineke şoreşger ku heta dawiyê xwedî li pîvanên jina azad derket, di nava refên azadiyê de bû fermandareke şoreşa azadiya gelan.

Hevrê Nûcan jî di temeneke ciwan de ji bo ku destkeftiyên şoreşê biparêze û rê nede êrîşên dagirkeriyê beşdarî nava refên YPJ’ê bû.

Hevrê Nûcan bi dilsoziya xwe ya ji nirxên şoreşê re kesayeta xwe xurt kir û bi erkên xwe yên demê rabû.

Hevrê Canda Cûdî jî bi eslê xwe ji bajarê Girê Sipî e, bi hêrsa tolgirtina ji dagirkeriyê tevlî nava refên YPJ’ê bû.

Heta dawî xwedî li nirxên civaka xwe derket û di eniyên herî pêş de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşiya.

Fermandariya giştî a YPJ’ê di dawiyê de bi lêv kir her sê hevreyên wan bê tirs û bi ruhekî wefadar erkên xwe bi cih anîn û di oxira wê de şehîd bûn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Şervîn Serdar
Nav û Paşnav: Îman Mehmûd Derwêş
Navê dayîk: Dilşa
Navê bav: Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-15.09.2023

Nasnav:  Canda Cûdî
Nav û Paşnav:  Sara Mihemed Ebdî
Navê dayik: Şemsê
Navê bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-15.09.2023

Nasnav:  Nûcan Ocalan
Nav û Paşnav:  Şîlan Mihemed Ehmed
Navê dayik: Sîham
Navê bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-15.09.2023

Back to top button