QSD: 103 ÇETEYÊN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê jî encama şerê 24 saetên derbasbûyî ji raya giştî re eşkere kir.
Li gorî vê;
103 çeteyên artêşa tirk a Tirk hatine kuştin û bi dehan birîndar bun.
2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçka liser barkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye teqandin.
QSD’ê ragihand ku encama vê berxwedaniya bê hempa de 23 şervan jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 14’ê Cotmehê ku li bakur û rojhilatê Sûrî rû daye bi raya giştî re parve kir.

QSD’ê diyar kir şervanên wan bi dijwarî li hêzên dagirkeriyê daye.

Li gorî vê;

ENIYA SERÊKANIYÊ

Li eniya Serê Kaniyê,

Li xeta Alya, êniya Rojava û êniya Rojhilat de şer bi dijwarî dewam kir.

Artêşa dagirker bi êrîşên hewayî, top û tankan xwest pêş bikeve.

Di encama şerên dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çete hatin kuştin.

Di encama berxwedanê de 11 şervana şehîd û 24 ji birîndar bûn.

ENIYA GİRÊ SPÎ

Li eniya Girê Spî,

Ji danê siharê ve hem balefirên keşfê li ser tevahî herêmê digeriyan û balefirên şer jî herêm bombebaran dikir.

Li dijî çeteyan li herma Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî.

Di encamê de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat teqandin û 38 çete hatin kuştin.

Herwiha di şerên giran de 7 şervanan şehîd û 15 jî brîndar bun.

Di xeta Slûkê de di lêdana balefirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.

Di ser rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir rastîi bersivdayina şervanan hatin.

4 çete hatin kuştin û şervanek jî şehid bû.

ENIYA DIRBÊSIYÊ

Li Dirbesiyê jî artêşa dagirker bi top û çeken giran bajar dan ber topan.

Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun.

ENIYA DÊRIK

Her wiha li eniya Dêrikê jî Gundê Xirba Belka a Girkêlegê ji aliyê dewleta dagirker ve hat topbaran kirin.

Li kêleka wê balefirên şer û yên keşfê li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê digeriyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bilançoya şer bi vê encamê rave kir.

103 çete û leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bun.

2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.

Di nav vê berxwedanê de 23 şervan şehîd û 39 jî brîndar bûn.

103 ÇETE Û LEŞKER

2 TANG

2 PANZÊR

2 WESAYÎTÊN DOÇKA LI SER BARKIRÎ

Leave a Reply

Back to top button