Sûcên mirovahiyê yê dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûrî dimeşîne di rojava cîhanê de ye.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku dibe dewleta Tirk ji bo komkujiyên ku li Sûriyê kirine, berpirsyar were dîtin.
Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê anî ziman ku dewleta Tirk operasyona dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.
Nivîsgehê bal kişand ser komkujiyên ku ji aliyê komên dewleta Tirk ve hatin kirin û got:
Dibe ku Tirkiye ji van komkujiyan berpirsyar bê dîtin.
BERDEVKÊ MAFÊN MIROVAN Ê NY COLVÎLL: KOMKUJÎ SÛCÊ ŞER E
Her wiha Berdevkê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûbert Colvîlle jî bal kişand ser kuştin û êrîşên li dijî sîvîl, rojnamevanan û şehîdxistina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef û got:
Li gorî mafên mirovan ên navneteweyî komkujî binpêkirineke giran e û tê wateya sûcê şer.