Şêniyên Dêrikê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat li Dêrikê oxir kirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê da ku cenazeyê şehîd — Boyî Tabî (Tîrêz Rojhilat)

– Ebdellah El-Ewêd (Şiyar Zagros)

– Mihemed Korman (Dilgeş Dozhat)

– Mihened El-Hasûd (Dilşêr Qamişlo)

– Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû Şivan Elîko

Û cenazeyê dayika Eqîde Osman ku li Serêkaniyê di encama komkujiya li ser sivîlan de şehîd bû, wergirtin û bi karwanekî mezin berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrikê.

Leave a Reply

Back to top button