Kongressa Emerîkî: Divê êrîşên Tirkiyê rawestin.. em piştevaniya Kurdan dikin

Kongressa Emerîkî bi herdu partiyên xwe, dîsan piştevaniya xwe ji QSD’ê re nû dike.

 

Serokê komîteya têkiliyên derve Eliot Engel û parlamenterê komarî Michael McCall ragihand ku herdu partî li dijî êrîşên dewleta Tirk derketin û biryarek hevbeş ji birêveberiya Emerîkayê re şand.

Herdu partiyan, daxuyaniyeke hevbeş da û tê de gotin:

Divê yekser Tirkiyê êrîşên xwe rawestîne ku zererên zêde li hevkarên me kirin.

Kurd, mil bi mil li gel hêzên Emerîkî xebitîn da cîhanê bêhtir biwele bikin.

McCall diyar kir ku şervanên QSD’ê buhayeke mezin dan da xaka xwe ji terora DAIŞê rizgar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de careke din teqezî bi piştevaniya gelê kurd re hate kirin û hate gotin ew ê nahêlin dîsan DAIŞ gefan li welatê wan bixwe.

 

Leave a Reply

Back to top button