Cenazeyê 3’ê şervanên YBŞ’ê hatin oxirkirin

Cenazeyên fermandarên YBŞ’ê vê sibehê ber bi şehîdgehê ve bi rê ket.

Malbatên Şehîdan piştî rê û resmên olî kirin cenazeyê birin nexweşxaneya Xanesorê.

Îro girseya gel li ber nexweşxaneyê kombû û şehîdên xwe wergirtin.

Karwanê şehîdan di nav dirûşmeyên Şehîd Namirin ber bi şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya çiyayê Şengalê ve birêket.

Wê li şehîdgehê piştî merasîmeke girseyî, axaftin û rê û resmên olî, şehîd berbi rêwîtiya wan a dawî ve werin oxirkirin.

Back to top button