Spanya û Kanada jî çek ji ser Tirkiyê qut kirin

Di encama nerazîbûnên rayagiştî ya cîhanê de, welatên ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a Bakûr û Rojhilatê Sûrî helwest nîşan didin zêde dibin.
Piştî êrîşên gelek welatên Ewrûpî, Spanya û Kanada jî biryar girtin ku çekan nefiroşin dewleta Tirk.

 

Hikumeta Spanyayê diyar kir ew ê hinardeyên çekan li ser Tirkiyê rawestîne.

Her wiha hikumetê ji Tirkiyê xwest ku êrîşa xwe ya leşkerî li ser bakur û rojhilatê Sûrî rawestîne û got:

Ev êrîş aramiya herêmê dixe metirsiyê, hejmara koçberan zêde dike û gefan li serweriya Sûriyê dixwe.

Kanada jî heman gav avêt û ji bo Tirkiye firotina çekan rawestand.

Berî demekê jî ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, tevî Almanya û Brîtanya gelek welatan ji Tirkiye re firotina çekan qedexe kiribûn.

Li aliyekî din ji bo di navbera QSD û Tirkiyê de agirbest çê bibe, îro Cîgirê Serokê Emerîka Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo serdana tirkiyê dikin.

Leave a Reply

Back to top button