Şervanên QSD’ê li 7 Eniyan Derbên xurt li dagirkeran dan

QSD’ê bîlançoya şerê 7 rojan a berxwedana Rûmetê eşkere kir..Li gorî vê gelek hewldanên çeteyan têk çûne û QSD’ê tevî hemû taknîka dewleta Tirk jî, derbên giran li wan da..Her wiha QSD’ê diyar kir ku, hejmarek sivîl ji ber topbarana Dewleta Tirk jî şehîd û birîndar bûne. 

 

Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê di roja 8’an de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bilançoya roja 7’an a berxwedaa Rûmetê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê li Serê Kaniyê ji roja destpêkê de şerê giran rû dide..

Doh çeteyan bi hemû cureyên çekan, ji sê aliyan ve êrîşî bajê kir..

Li ser bersivdayîna QSD’ê 6 çete li ber deriyê sînor hatin kuştin..

Çete reviyan, lê belê Dewleta Tirk sînor li pêşiya çeteyên xwe girt..

QSD’ê diyar kir ku, li eniya Eyn Îsayê jî çeteyên DAIŞ’ê agir bi Kampê xist û li herêmê belav bûn..

Li heman eniyê, çeteyên dagirker, erebeyek sivîl li gundê Ebû Sira kirin hedef û du sivîl şehîd û yek jî birîndar bû.

Her wiha li gundên Mitras û Menkeliyê yên Eyn Îsayê, 2 tankên artêşa dewleta Tirk hatin teqandin û çeteyên tê de jî hatin kuştin.

QSD’ê têkildarî eniya Til Temirê jî da zanîn ku, karwanekî leşkerî yê Artêşa Tirk û çeteyên wê, hewl da gundên Aliyan û Erbeîn yên Rojavayê Til Temirê dagir bikin, lê belê QSD’ê êrîşa wan şkandin û 60 çete hatin kuştin..

QSD’ê tankek û 14 erebeyên leşkerî teqandin û yek jî xiustin destê xwe..

Her wiha 2 gundên din ên başûrê Til Temirê jî ji çeteyan hatin pqaijkirin..

QSD’ê destnîşan kir ku, li gundê Kendal ê Girê Spî jî, şervanan erebeyek û li gunê Ebû Sira jî treksek teqandin..

Li Kobanê jî, çeteyan ji Cerabiusa dagirkirî, gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin..

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku çeteyên dagirker, gundên Eseliyê yê rojavayê Minbicê, malên sivîlan topbaran kirin..

Di heman demê de, çeteyan ji bo rê li ber xelkê qut bike, pira gundê Awan Dadad a navbera Minbicê û Cerablusê, rûxand.

QSD’ê li gundê Amarnê yê başûrê Cerbilusê 3 erebeyên çeteyan jî teqandin..

Her wekî wê jî, doh bi şev, navbera hêzên Rêjîmê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji aliyekî û çeteyên Dewleta Tirk û artêşa li aliyekî din şerekî dijwar rû da..

Çeteyan jî serê vê sibehê Um Adeset El-Farat ê rojavayê Minbicê, topabaran kir..

Li vir şêniyê bi navê Ehmed Abdullah û Mihemed Abdullah Seferî şehîd û 13 sivîlên din jî birîndar bûn.

QSD’ê îşaret bi wê yekê kir ku, li kêleka êrîşan şaneyên veşartî di nava tevgerê de ne..

Li Şerdadê, Hêzên Ewlekariyê jî 3 moşekên ji bo aramncgirtina bajarê Şedadê hatibûn amadekirina, bê bandor kirin..

Leave a Reply

Back to top button