Ji bo êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din dicive. Trump jî wê bi rayedarin kongressê re rûnê.
Li ser daxwaza Almanya, Fransa, Polonya, Brîtanya û Belçîkayê, îro der barê êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûrî de civîneke girtî tê lidarxistin.
Yekemîn civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di 10’ê Cotmehê de pêk hatibû û welatên Ewrûpî bi daxuyaniyekê daxwaz kiribûn ku êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin.
Piştî vê civînê bi rojekê jî, Emerîka biryarnameyek pêşkêş kir û daxwaza rawestandina êrîşan kir, lê ev yek rastî vetoya Rûsya û Çînê hatibû.
TRUMP BI SEROKÊN SENATOR Û PARLAMENA EMERÎKÎ RE DICIVE
Tê payîn ku serokê Emerîkayê Trump jî îro der barê heman mijarê de, bi senator û serokê parlamena Emerîkî re rûnê.