MSD: DEWLETA TIRK DIXWAZE DESTHILATDARIYA OSMANÎ VEGERÎNE

Meclis Sûriya Demokratîk MSD derbarê êrîş û hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re daxuyanî da.

MSD destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi qirkirina kurd û gelên li herêmê paqijiya etnîkî bike û DAIŞê ji nû ve zindî bike.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk mekanîzmeya ewlehiya sînor ya li ser lihevkirî derbas kir û bi vê yekê niyeta dewleta Tirk a dijminahî û dagirkirina herêmên nû, koçberkirina xelkên resen û bicihkirina malbatên çeteyan diyar bû.

MSD anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrîşan hemû herêm û gundan hedef digire û hewl dide guhertina demografîk pêk bîne da ku deshilatdariya osmanî jinûve vegerîne.

MSD got, “Dewleta Tirk çeteyên xwe derbasî herêmê dike û şaneyên DAIŞ’ê jinûve zindî dike.”

MSD bal kişand ser êrîşên bê navber yên li hemberî sivîlan û da zanîn ku di encama van êrîşên hovane de, bi dehan sivîl şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn.

MSD piştgiriya ji berxwedana rûmetê re jî bibîrxist û weha got:

“Piştgiriya mezin a ku dewlet û civakên cuda bi şervanên QSD’ê re nîşan dan û helwesta wan a erînî li dijî vê dagirkeriyê ne tiştekî dûr bû.

Ev piştgirî û helwesta Ewropî û civaka Ereb ya li dijî dagirkeriyê û rola Misrê ya pêşwaziya rêveberiya MSD’ê baş bû .

Divê civaka navnetewî bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabe û ji bo rawestandina êrîşan zextan li Tirkiyê bike.

Em ê bi hemû rê û rêbazan parastina xaka xwe bikin û ji bo avakirina sîstema demokratîk di nav danûstandinan de bin.”

 

Leave a Reply

Back to top button