Rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û yên navneteweyî li dijî êrîşan deklarasyon weşandin

Rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û yên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker deklarasyonek weşandin.Di deklarasyonê de ji bo rawestandina êrîşên dagirker a dewleta Tirk û qedexekirina qada firinê û ambargoya siyasî, aborî û eskerî ya li dijî Tirkiye bang hate kirin.

Bi pêşengiya Komîteya Kampanyaya Jin Rojava Diparêzin (Women Defend Rojava) rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û gelek rêxistinên jinan ên navneteweyî li dijî êrîşên delweta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê deklerasyonek hat weşandin.

Berfirehiya deklerasyonê weha ye;

Ji 9’ê cotmehê heya niha dewleta Tirk bê navber bi balafir, tang û topan êrîşî bakur û Rojhilatê Suriyê dike.

Tenê di nava pênç rojên dawiyê de 46 sivîl hatine qetilkirin û 139 kes ji birindar kirin.

Carek din hucreyên DAIŞ’ê yên razayî li tevahî Bakurê Sûrîyê dest bi êrîşên nû kirin.

QSD, YPG û YPJ’ê yên ku tehahî herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, îro ji aliyê artêşa NATO’yê ve tên bombebarankirin.

Jiyana bi milyonan mirovên ji gel û olên cuda yên li herêmê îro di bin xeterê de ye.

Bi deh hezaran malbat hatine koçberkirin.

Em tev dizanin ku ev êrîşên dewleta tirk di heman demê de li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye.

Şehîdxistina Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûrî Hevrîn Xelef nişane ya vê hovitiyê ye.

Komiteya Jin Rojava Diparêzin bi hinek xalên diyarker, bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyan kir ku bi lezginî gavan bi avêjin.

Xalên komîtê diyar kirin wehane;

*Divê dagirkeriya dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi lezgînî were sekinandin,

*Divê ji bo parastina gelê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê qada ezmanî ji tirkan re were girtin,

*Divê pêşî li sûcên şer û paqijkirina etnîkî ya artêşa tirk, DAIŞ, El Nusra û komên din ên cîhadî were girtin,

*Divê qadên navneteweyî hemû sûcên şer sûcdarên şer derxin pêşberî edaletê,

*Divê bazara çeken a bi Tirkiyê re were sekinandin,

*Divê li hember Tirkiye embargoya aborî û siyasî were danîn,

*Divê Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê were nasîn,

*Ji bo çareseriya sîyasî ya krîza Sûrîyê, bi nûnertî û tevlîbûna jinan, nûnerên hemû netew, ol û çandan yên li Sûrîyê, gavên pêwîst bi awayekî lezgîn werin avêtin.

Her wiha ji bo piştigiriya gelên li Bakur û Rojhilatê Suriyê û bi dawîkirina êrîşan kampanyayek ya îmzeyan hat destpêkirin.

Lînka ji bo piştgiriya kampanyaya îmzeyê ev e:

Leave a Reply

Back to top button