Li Fransayê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Parîsê li hev kom bûn.
Di civînê de destnîşankirin ku ew bi gelê Kurd re ne û xwestin Fransa li dijî dagirkeriya Tirkiye gavên berbiçav biavêje û welatên Ewrûpî bixe nav tevgerê.
Di dîroka Fransayê de yekemcar parlamenter, rastgir, çepgir, çep a radîkal, komarger, lîberal û hawirdorparêz ên li parlamenê li heman platformê li hev kom bûn û ji bo gelê kurd piştgiriya xwe nîşan dan.
Beşdarên civînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakûr û Rojhilatê Suriyê nerazîbûn nîşan dan û bi giranî ev daxwazên xwe anîn ziman.
Divê Fransa dest ji peyamên piştgiriya bi dewleta tirk re berde û ji bo şer bê rawestandin Ewrûpa bixe nav liv û tevgerê û roleke siyasî tevbigere.
Ji bo qada hewayî tavilê bê qedexekirin bi welatên Ewropayê re biryarekê werbigire.
Divê Fransa tavilê bang li sefîrê xwe yê li Tirkiyê bike û wî ji Tirkiyê vekişîne.
Hebûna Tirkiyeyê ya li nava NATO’yê bê rawestandin û pêkanînên aborî li Tirkiyeyê bên ferzkirin.
Fransa ji bo alîkariya însanî û leşkerî ya ji bo Rojava bi awayekî çalak tevbigere.
Beşdarên civînê her weha xwest ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin û zext li gelê Kurd ên li Fransayê neyê kirin.