LI FINLENDAYÊ KURDAN SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN AVA KIRIN

Kurdên li Finlandayê ji bo avakirina Saziya Malbatên Şehîdan civîneke li dar xistin.

Civîn bi tevlêbûna bi dehan malbatên şehîdên Kurdistanê hate li darxistin.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya dest pê kir.

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, têkoşer Bêrîtan hate bi bîranîn û hate gotin Bêrîtan bûye sembola jina azad û berxwedêra azadiya gel û hemû jinan.

Piştî axaftinan, 9 kes ji malbatên şehîdan wekî endamên Saziya Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin.

Di dawiyê de senevîzyoneke têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan hate nîşandan.

Her wiha wêneyên şehîdan li beşdaran hatin belavkirin.

Civîn bi silogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button