Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî tê kirin û wiha got, “Ev berxwedana wê hîn bi bandor dewam bike û nepêkan e ku dijminê mêtinger encamê bi dest bixe.”
Karasû li ser êrişên PDK’ê û hevkariya wî bi dewleta Tirk re jî got, “Divê Kurd li dijî PDK’ê helwesteke xurttir nîşan bidin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû berxwedana gerîla ya li dijî mêtingeriya dewleta Tirk, êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk a dagirker re nirxand.
Karasû diyar kir ku berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke ku li dijî mêtingerî qirkeriyê tê kirin û wiha got,
“Divê ev yek weke parçeyek ji têkoşîna giştî ya gelê Kurd a li dijî hêza qirker bê nirxandin. Fedaîtiyeke mezin tê nîşandan.
Ev yek sekna gelê Kurd e. Ev sekn wê hîn bi bandor bibe û dewam bike. Lewma jî nepêkan e ku dijminê mêtinger encamê bi dest bixe.”
Karasû derbarê tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla û piştgiriya wî ya bi dewleta Tirk re jî ev nirxandin kir:
Mûstafa Karasû: Ji bo ku Kurd azad bibin divê li dijî xiyanetê helwestê nîşan bidin
“Ev kiryarên wê ku weke partiyeke Kurd dike, li her devera cîhanê weke xiyanetê tê nirxandin. Wateyeke cuda ya vê yekê nîne.
Nepêkan e ku mirov bi rengekî nerm nêzî vê yekê bibe û hincetan jê re peyda bikin.
Helwest û sekna li dijî vê yekê divê zelal be. Divê Kurd helwesteke hê xurttir nîşan bidin.
Kurd divê li dijî xiyanetê helwestê nîşan bidin ku karibin azad bibin.”
Karasû destnîşan kur ku Kurdan bi têkoşîneke demdirêj rastiyeke Kurd afirandine lê PDK derbê li vê dixe, hewl dide tune bike û wiha dewam kir,
Mûstafa Karasû: Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi saya PDK’ê li ser pê maye
“Destketî di nava vê rastiya Kurd de dikare bê parastin. Eger rastiya Kurd a 100 salî, ya 50 salî li hemberî noker û xiyanetê neyê parastin wê demê kes nikare ti carî biparêze.
“Bê guman gelê başûrê Kurdistanê jî têkoşîneke mezin dan. Lê eger ne ji têkoşîna me bûya rastiya Başûrê Kurdistanê nedihate afirandin.”
Mistefa Karasû diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi saya hevkariya PDK’ê li ser pêya maye û bi van gotinan bi dawî kir:
“Yê ku dibe sedem dewleta Tirk ewqasî êriş bike PDK ye. Dewleta Tirk bi PDK’ê civaka Kurd û cîhanê dixapîne. Dibêje ‘ez ne li dijî Kurda me, binêrin têkiliya min bi PDK’ê re heye’.
Dewleta Tirk eger karibe PKK’ê tasfiye bike, piştî wê bi navê PDK’ê jî tiştek namîne.”



