Şêniyên Qamişlo:Em ê destketiyên şehîdan biparêzin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîd Eymen Colî û Cuma Dawud re xwestin.
Li Amûdê jî welatiyan serdana konê şehîd Bedran Ehmed kirin û sersaxî dan malbata wî.

Li goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajrê Qamşlo konê sersaxiyê yên şehîd Eymen Colî û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Dawûd hat vedan.

Bi sedan şênî, endamên saziyan û endamên Hêzên asayişê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de Endamê Hêzên Asayîşê Şêx Hesan axivî:

“Bi fedakariyan welat azad dibin. Berxwedana me heta ku em bigihêjin serkeftinê wê berdewam bike.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jî soza dewamkirina tekoşînê da û wiha got:

“Em ê ji bo bi destxistina armancên li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşînê berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin

Şêniyên  Amûdê sersaxî dan malbata şehîd Bedran Ehmed

Şêniyên Amûdê jî sersaxî dan malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran Ehmed.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed balkişand ser bê dengiya Koalîsyona Navneteweyî û di serî de Amerîka ya li dijî êrişan.

Ehmed diyar kir, tevî vê bêdengiyê jî gelên herêmê li ber xwe dide û got :

“Bi fedakariya keç û xortan şoreşa me mezin bû û heta roja îro hat.

Divê aliyên Navneteweyî helwesta xwe li hember êrişan eşkere bikin.”

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî ev tişt anî ziman:

“Dijmin bi tevahî çekênn giran erişî gelê me dike û hewl dide fitneyê destketiyên me têk bibe.

Lê bi berxwedana hêzên me piştgiriya gel ev eriş û koplo bi bin ketin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

Back to top button