BULDAN: JI BO SIBEROJA TIRKIYÊ DIVÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE DEST PÊ BIKE

Tecrîdkirina li ser Rêber Ocalan roj ji rojê girantir dibe.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got:

“Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Destpêkirina hevdîtina li gel Birêz Ocalan û diyaloga pê re ji bo siberoja Tirkiyê girîng e.”

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan nerazîbûn zêde dibin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derbarê îtîfaqa kurdan û tecrîdkirina Rêber Ocalan de axivî.

Pervîn Buldan bal kişand ser hevdîtina li gel partiyên Kurdistanî û ev nirxandinan kir:

“Em bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinan dikin, Em bixwazin nexwazin hilbijartin dibe mijara me.

Lê be armanca sereke yekîtî û hevgirtina kurdan e û sekna hevpar e.

Buldan, bal kişand tecrîda li ser Rêber Ocalan û ev tişt anî ziman;

“Tecrît sûcê mirovahiyê ye. Di warê siyasî û hiqûqî ev nayê qebûl kirin.

Nêzî 20 salane tecrîdek girankirî li ser Birêz Ocalan heye. Divê tecrîd dimildest bê rakirin.

Tecrîda li ser Birêz Ocalan, êrîşên li ser gelên Kurd û Tirk jî zêdetir dike.

Pêvajoya heyî ya îro li Rojhilata Navîn û herêmê tê jiyîn, bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye.

Sê salên muzakereyê yên bi Ocalan re, salên herî xweş ên Tirkiyeyê bûn.

Mirov bi hêvî bibûn û bi baweriyek mezin li wê serdemê mêze dikirin.

Lê îro ji ber hin daxwazên vîna siyasî ev pêvajo ji holê hat rakirin.

Bi vê yekê rê êdî Tirkiyeyê rojên xweş ne jiya.

Serdema şer hat destpê kirin û mirov hatin kuştin.

Buldan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin:

“Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrît bê rakirin.

Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di wariyê pêşeroja Tirkiyeyê de biryar bên girtin. “

Leave a Reply

Back to top button