
Hevserokatiya PYD’ê ji bo malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî balafirgeha Erbetê, peyama sersaxiyê da serokê YNK’ê û Fermandariya Hêzên Dijî Terora Başûrê Kurdistanê.
PYD’ê di peyama xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Şehîd û birîndarên hêzên Dijî Terora Kurdistanê mil bi milê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rûmeta gelê Kurd li Başûr û Rojava Kurdistanê li dijî terorê şer kirine, xwîna wan têkelî hev bûye.
Çi li Rojava be, çi li Kerkûk û Şengalê be ev hêz weke mertalên hawarçûyîna gelê Kurd wê bimînin.”
PYD’ê li dijî êrişên qirkirinê banga yekîtiyê kir û ji hemû aliyên siyasî yên hêzên kurdî xwest ku li dijî dijmin, sîxur û dagirkeran bibin yek û li dijî wan heta azadiyê têbikoşîn.
Her wiha hevserokatiya PYD’ê da zanîn ku ew ji bo hemû pêngav û hewildanên yekitiya netewî ya gelê Kurd amade ne û diyar kir ku ew amade ne bibin alîkar.