Rayedarên rêveberiya xweser: sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk rawestînin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl û Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bang li raya giştî ya cîhanî kirin ku vê qirkirina dewleta Tirk a li gelên herêmê rawestînin.
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Rêdûr Xelîl jî diyar kir ku guman hene dewleta Tirk a dagirker çekên qedexe di êrîşên xwe de bikar anîbe.

Li gorî agahiyên dawî yên ji Serê Kaniyê dewleta tirk a dagirker çekên qedexekirî bikar tîne û hewl dide komkujiyan pêk bîne.

Derbarê mijarê de Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzen Sûriya Demokratîk QSD’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku guman hene ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de çekên qedexe bikar anîbe.

Rêdûr Xelîl li dijî bang li sazî û rêxistinên navnetewî kir û got, “Divê der barê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin.”

Her weha Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bi rêya hesabê xwe li ser Twitterê ji bo bikaranîna çekên qedexekirî banga hişyariyê kir.

Aldar Xelîl diyar kir ku Erdogan hewl dide şerê li Serê Kaniyê bi rêya bi karanîna çekên qedexekirî bi dawî bike û bang li rayagiştî û tevahiya saziyên mirovî û hiqûqî yên cîhanî kir ku ev qirkirina dewleta Tirk bi dawî bikin.

Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûrî jî debarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Dagirkeriya Tirkiyê dest bi karanîna çekên qedexekirî dike, ev yek wê kareseteke mirovî çêke.

Rêveberiyê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku pêşî li êrîşên xeter bigirin û derbarê van kirinên li dijî mirovahiyê dest bi lêpirsînê bikin.

Têkilarî mijarê Bijîşk Faris Hemo ku di Nexweşxaneya Gel a Hesekê de dixebite diyar kir ku hin rewşên şewatên cuda derketin, heta niha ew nizanin ji ber çiye û dibe ku ji ber bikaranîna çekên qedexe a Tirk be.

 

Leave a Reply

Back to top button