
Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed dema li Swêdê bi rayedarên Hikumeta Swêdê û partiyên siyasî re civiya.
Îlham Ehmed diyar kir ku divê pêşî li qirkirina gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bê girtin û got:
Ya ku divê her dewletek bike qedexekirina herêma firînê ye.
Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li Parlamena Siwêdê bi nûnerên 7 partiyên siyasî re civiya.
Îlham Ehmed di civînê de diyar kir ku Emerîka li gorî sozên xwe tevnegiriya û got:
Eger agirbestek pêk were jî, divê dewleta tirk ji cihê ku dagir kiriye were derxistin.
Her wiha Îlham Ehmed bi Wezîra Karê Derve Ann Lînde û Wezîrê Parastinê Peter Hultqvîst re jî rûnişt.
Îlham diyar kir ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî ku şer lê heye zêdetirî 300 hezar sivîl malên xwe berdane û wiha anî ziman:
Armanca dewleta Tirk ew e ku çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bike. Bi sedan DAÎŞ’î ji bombebaranê sûd wergirtin û ji girtîgehê reviyan.
Ev ji bo herêmê û cîhanê karesatek mezin e.
Wezîrê Parastina Siwêdê jî ragihand ku ew li pişta kurdan e û destekê didin Rêveberiya Xweser.
Ehmed bi Wezîra Karê Derve Ann Lînde re jî civiya û ji Lînde xwest ku ji desteka Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku li Bakurê Sûriyê herêma ji firîna qedexe were îlankirin, bikevin nav tevgerê.