Beşar El-esed: emê bi hemû rêbazên rewa bersîv bidin êrîşên Tirkiyê

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed êrîşên Tirkiyê şermezar kir û anî ziman ku ew ê bi hemû rêbazên rewa bersiva êrîşên Tirkiyê bidin.

Serokê rejîma Sûrî di rûniştina xwe ya bi şêwermendê ewlekariya niştimaniya Iraqî re li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da.

El-Essad got, destwerdan û êrîşên Dewleta Tirk li Sûriyê bi armanca dagirkirinê ye. Bi hemû rêbazên rewa em ê bersiva êrîşên dewleta Tirk bidin.

WEZARETA KARÊN DERVE YA SÛRÎ:
RÊJÎMA ERDOGAN CIHÊ GARANTORIYÊ LI ASTANAYÊ WINDA KIR

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî li gel ajansa SANA’yê êrîşên Tirkiyê şermezar kir ev daxuyanî da:

“Tevî herikîna nerazîbûnên navdewletî, hê jî rejîma Erdogan di êrîşên hovane yên li dijî Sûriyê de bi israr e.

Mirin û wêrankirinê ku tevahî qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike, pêk tîne.

Bi wê re jî rûyê rastîn a rejîma Erdoganê faşîst aşkere dibe.”

Wezareta Karên Derve destnîşan kir ku dijminatiya Tirkiyê bi armanca dagirkirine ye û Erdogan piştgiriya komên çete yên terorîst dike û wiha got:

Bi vê re jî rejîma Tirkiyê cihê garantoriyê li Astanayê winda kir, nexasim jî dijminatiya wî li dijî rêgez û biryarên Astanayê ne.

Berpirsyariya tevahî wêrankirin û siyasetên talankirinê ku ewlehî û aramiya herêmê û tevahî cîhanê tevlihev dike, Erdogan e.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkên xwe rabin û zextê li rejîma Erdogan bikin da ku sînorekê ji vê dijminatiya li dijî Sûriyê re were danîn.

Leave a Reply

Back to top button